Li Dîlokê, Aynur Boynuzoglu’ya 2 salî ya ku dema dixwest ji rê derbas bibe, qemyonek lê xist û bi giranî birîndar bû.
Li Dîlokê, Aynur Boynuzoglu’ya 2 salî ya ku dema dixwest ji rê derbas bibe, qemyonek lê xist û bi giranî birîndar bû. Aynur, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Qeza, li Navçeya Nîzîpê ya Dîlokê pêk hat. Hat îdîakirin ku Aynur Boynuzoglu ya ku bi hevalên xwe re li ber derîyê mala xwe dilîst, dema ku dixwest ji rê derbas bibe, qemyonek lê xist. Aynur a ku bi giranî birîndar bû, tevî hemû midaheleyên ekîbên tendurustîyê, jiyana xwe ji dest da. Polîsan, di derbarê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin.