Li Dîlokê di encama agirê ku bi malekê ketibû de bi tevlê zarokan 5 kes birîndar bûn.
Li Dîlokê di encama agirê ku bi malekê ketibû de bi tevlê zarokan 5 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyan di derdora demjimêr 12.30an de li mala Omer Polat ê ku li taxa 29 Ekimê ya Şehîtkamilê ya Dîlokê, şewat derket.
Tîmên agirtefê mudaxeleya şewsatê kir û şewat hat kontrol kirin. Hat ragihandin ku di malê de xisar pêkhat û eşyayên malê bi temamî şewitîn.
Omer Polat, hevjîna wî û 3 zarokên wî yên ku ji dûmanê bandor bûbûn, rakirin nexweşxaneyê. Ji bo tesbîtkirina sedema şewatê, polês û îtfaîyeyê li cihê bûyerê lêkolîn kirin.