Baran û zîpikê li Dîlokê bandoreke neyînî li jîyanê kir.
Ji ber baran û zîpikê ku danê êvarê li bajêr dest pê kir, li hin kuçe û kolanan golên avê çêbûn. Ji ber golên avê ajokar û peya zehmetî kişandin. Li bajêr ji ber barîna zîpikê rengê erdî spî bû. Hinek welatîyan ji bo biparêze, wesaîtên xwe bi betanî û xalîçê pêçan. Ji alîyê din ve hat dîtin ku car caran çemê Allabenê ya di navenda bajêr re derbas dibe av di ser re davê û lehî radibe.