Li Kanîreş a navçeya Çewligê ku barana zêde lê bi bandor bû, 2 otobusên rêwîyan li cîhên cuda qelibîn û di qezayê de gelek kes birîndar bûn.
Li Kanîreş a navçeya Çewligê ku barana zêde lê bi bandor bû, 2 otobusên rêwîyan li cîhên cuda qelibîn û di qezayê de gelek kes birîndar bûn.
Barana zêde li ser rêyan bû sedema tengasiya ajokaran. Li Çewligê 2 otobusên rêwîyan qelibî, 22 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwîyan a fîrmayek Çewlîgê li cîhê gundê Boncukgoze ya ser rêya Kanîreş-Erzeromê ku berf û bager lê bi bandor bûbû, qeza kir û qelibî. Di qezayê de 15 kes birîndar bûn. Otobusek dinê jî, li nêzê gundê Dortyolê yê ser rêya Kanîreş-Erzeromê qeza kir. Di vî qezayê de jî 7 kesê di otobusê de birîndar bûn.
Di her du qezayan de bi tevahî 22 kes birîndar bû. Birîndaran ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.