NÛÇEYÊN KURDÎ

LI ÇERMÛGÊ ÎDÎAYA DAGIRTINA TÛPÊ METBEXÊ YA BI LPG

Hat îdîakirin ku li îstasyona petrolê ya Navçeya Çermûgê ya Amedê, tûpê metbexê bi pompeya LPG’ê tê tijêkirin.

LI ÇERMÛGÊ ÎDÎAYA DAGIRTINA TÛPÊ METBEXÊ YA BI LPG

Hat îdîakirin ku li îstasyona petrolê ya Navçeya Çermûgê ya Amedê, tûpê metbexê bi pompeya LPG’ê tê tijêkirin. Fermandarîya Cendermeyan a Parêzgeha Amedê û Midûrîyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê, piştê ku li îstasyona petrolê ya Navçeya Çermûgê hat ragihandin ku tûpên mitbaxê, ji pompeyên LPG’yê tên dagirtin, lêpirsîn dan destpêkirin. Di encama lêkolîn û şopandinê de, hat tesbîtkirin ku 2 tûpên mitbaxê yên 12 kîloyî, yên di bagaja wesayîta ku hat îstasyona petrolê de bi pompeya LPG’ê tijî bûn. Li gor Qanûna Bazara LPG'ê ya 5307'an, ji bo benzînxaneyê heta 835 hezar TL cezayê îdarî hat birrîn. Rapor ji Sazîya Birêkûpêk a Bazara Enerjîyê (EPDK) re hat şandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.