Li navçeya Çêrmûgê ya Amedê kursa xwendin û nivîsandinê ya Zazakî hat vekirin. Zazakî ya ku li cîhanê bi qasê 6-7 mîlyon mirov pê diaxivin, ji alîyê UNESCOyê ve di lîsteya zimanên windabûyî de cîh digre.

Di qursên asta A1ê yên ku li avahîya Midûrîyeta Perwerdeya Gel a li navenda navçeyê hatîye vekirin de, kesên beşdar wê hînî nivîsandin û xwendina zazakî bibin. Tê pêşbînîkirin ku ji bo dersên ku li gor daxwaza beşdaran di nava hefteyê de, her wiha êvarê û dawîya hefteyê de tên dayîn, wê gelek kes serî lê bidin.
Midûrê Navenda Perwerdehîya Gel a Çêrmûgê Îsa Yuksekkaya, dîyar kir ku bi taybetî li navçeya ku zazakî lê zêde tê axaftin, di bin çavdêrîya mamosteyê zimanê zazakî Şahap Laçîn de ku ji Midûrîyeta Perwerdeya Gel a Çêrmûgê re hatîye tayînkirin, ji kesên dixwazin dersê werbigrin re vekirine.
Mamosteyê zimanê zazakî Şahap Laçîn jî axivî û wiha got: "Zimanê zazakî di nav zimanên ku li ber windabûnê de ne û em hewl didin zimanê xwe zindî bihêlin. Em hemû zarok, ciwan û mezinên xwe li qursa xwe pêşwazî dikin. Eger dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin û bijîn, divê teqez werin kursê."