Li ser rêya Çêrmûg-Sîwêregê 2 siware li hev qelibîn.
Di qezayê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn. Li navçeya Çêrmûg a Amedê di encama qezaya du siwareyan da kesek jîyana xwe ji dest û 3 kes jî birîndar bûn. Qeza li 20emîn kîlometreya rêya Çêrmûg-Sîwêregê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin 2 siwareyên ku ber bi hev di rê de diçûn, li hev qelibîn. Di qezayê de Îshak Çîçek û 3 kesên di siwareyan da bûn birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê, agirtef û cendirme sewqê cîhê bûyerê hatin kirin. Piştê alîkarîya ewil ekîbên tenduristîyê birîndaran rakirin nexweşxaneyên derdorê. Îshak Çîçek ê ku rewşa wî giran bû tevê hemû midaxaleya bijîjkan jîyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çîçek piştê karên otopsîyê ji alîyê xizmên wî ve hat definkirin. Lêkolîna derbarê qezayê de berdewam dike.