Di qezaya ku şeva borî li herêma Gundê Of a navçeya Bismilê ya Amedê pêk hat de, siwareya ku ji Êlihê diçû Amedê ji paş ve li kamyona gîha barkirî qelibî.
2 kesên di siwareyê de bûn birîndar bûn. Kesên birîndar tevê hemû midaxaleya ekîbên tenduristîyê jî jîyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku kesên jîyana xwe ji dest dane li Erxenîyê ji dayîk bûne û paşnavê wan Gumuş e.