Li Bismilê di navbera malbatên dijminê hevdû bûn de şer derket, 3 kes mirin.
Li Bismilê di navbera malbatên dijminê hevdû bûn de şer derket, 3 kes mirin.
Di bûyera ku duh li Taxa Dûmlûpinar a navçeya Bismilê ya Amedê pêk hat de, hat îdîakirin ku di navbera du malbatan de nîqaşa devkî derketîye û veguherîye şerê çekdarî.
Di şer de Recep Gumurcu û Husamettin Tekîn li cihê bûyerê bi guleyên li bedena wan ketin jîyana xwe ji dest dan. Meydîn Gumurcu birîndar bûn.
Ji birîndarên ku piştê mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristîyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê, Meydîn Gumurcu digel hemû midaxaleyan jîyana xwe ji dest da.
Di derbarê bûyerê de 2 şikbar hatin binçavkirin û lê lêpirsîn berdewam dike.