Li Bedlîsê di operasyona ku hat lidarxistin da bi dehan penaberên qaçax yên Afgan hatin girtin.
Li Bedlîsê di operasyona ku hat lidarxistin da bi dehan penaberên qaçax yên Afgan hatin girtin.
Di daxuyanîya ku ji terefê Walîtiya Bedlîsê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku operasyonên ku ji terefê ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê ve di çarçoveya têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê de tên kirin berdewam dikin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di operasyona ku li bejahiya navçeya Tetwanê hat lidarxistin de 1 organîzator û 50 penaberên qaçax ên Afgan hatin girtin. "1 organîzatorê ku hat girtin sewqî meqamên edlî hat kirin, 50 penaberên qaçax jî ji bo karên dersînorkirinê teslîmî Midûriyeta Îdareya penabera ya Parêzgeha Bedlîsê hatin kirin."