Li Baglara agir bi qata binî ya avahîyekê ket û bû sedema xof û tirsê.
Duh bi şev di apartmana Batmaz-2 ya li ser Kolana 280ê ya navçeya Baglar a Amedê, ji ber sedemeke nedîyar şewat derket.
Piştê midaxeleya agirtefê ku bi qasê demjimêrekê berdewam kir, agir hat vemrandin.
Hat dîyarkirin ku xanîyê şewitî aîdê kesekî bi navê AA yê li Almanya dijî. Her wiha tê guman kirin ku ji alîyê hin kesan ve agir hatibe pêxistin. Polêsan derbarê bûyere de lêpirsîn da dest pê kirin.