LI BÛLVARA DÎCLEKENTÊ PEYARÊ TÊNE NÛ KIRIN
Şaredarîya Bajarê Amedê, li Bulvara Dîclekentê ya ku ev demeke dirêj e xebatên temîrkirin û çaksazîyê lê nayêne kirin, dest bi nûkirina peyarê kir.
Şaredarîya Bajarê Amedê, li Bulvara Dîclekentê ya ku ev demeke dirêj e xebatên temîrkirin û çaksazîyê lê nayêne kirin, dest bi nûkirina peyarê kir.
Di vê çarçoveyê de wê di navbera Xaçerêya Bulvara Mehabadê û Xaçerêya Medyayê de 950 metre çûyîn û 950 metre hatin bi tevahî qadeke hezar û 900 metre tê nûkirin. Piştî hilweşandin û paqijkirinê dê 10 hezar metrekare bazalt li bulvarê bê danîn û 70 stûnên ronahîyê bên danîn.