Di bernameya "Zîrveya Gastronomîyê ya Mezopotamyayê" ya ku di navbera 9-11 Mijdara 2023 de li Amedê bê lidarxistin de, mîrateya teama dîrokî ya bajêr wê bê tertîpkirin.
Di bernameya "Zîrveya Gastronomîyê ya Mezopotamyayê" ya ku di navbera 9-11 Mijdara 2023 de li Amedê bê lidarxistin de, mîrateya teama dîrokî ya bajêr wê bê tertîpkirin.
"Zîrveya Gastronomîya Mezopotamyayê" ku ji alîyê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê (DTSO) ve, bi piştgirîya projeya Wezareta Pîşesazî û Teknolojîyê û Ajansa Pêşketinê ya Karacadagê û bi hevkarîya Beşa Gastronomî û Hunerên Xwarinê ya Fakulteya Zanistên Sepandî ya Zanîngeha Ozyegin û Kooperatîfa Lêkolînên Herêmî ya Cîhanê ve wê were saz kirin.
Di bernameya Gastronomîyê ya 3 rojan de wê ji beşdaran re vexwarinên ku ji teamên bajêr ên windabûyî pêk tên, atolyeyên ezmûna xwarinên herêmî û konsera Dengbêjîyê bê lidarxistin. Zîrveya Gastronomîyê wê bi danasîna Amedê ya li ser şopa xwarinê li Muzeya Arkeolojîyê ya Amedê dest pê bike û wê bi gera Çayonûyê biqede.
Agahîyên derbarê hilberîna xwarinên ji serdemên cuda yên ku di kolandinên arkeolojîk ên li bajêr de hatin bidestxistin û agahîyên li ser Çayonûya ku şopa jîyana neolîtîk li xwe digire, wê bi beşdaran re bên parvekirin û têkîlîya xurt a di navbera gastronomîya bajêr û mîrateya çandî de wê were balkişandin. Rûniştinên lûtkeyê wê li Salona Konferansê ya Avahîya Xizmetê ya DTSOyê bên lidarxistin.