LI AMEDÊ XEBATKAREK JI ÎNŞAETÊ KET XWARÊ Û JIYANA XWE JI DEST DA
Li navçeya Kayapinara Amedê xebatkarekî hosta ji qata 14emîn a înşaeta ku lê dixebitî ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Bûyer li navçeya Kayapinarê qewimî.
Li navçeya Kayapinara Amedê xebatkarekî hosta ji qata 14emîn a înşaeta ku lê dixebitî ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Bûyer li navçeya Kayapinarê qewimî. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin karkerê 22 salî yê ku li Ay Yapîya ku di înşaatê de wek hostayê îzalasyonê dixebitî ji qata 14emîn de ket xwarê. Ekîbên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê bûn. Cenazeyê karkerê ku hat tespîtkirin li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye, rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Polîsan der barê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.