Li ser Kolanê Mezopotamyayê ya Amedê ji bo xeteke kembera kesk bê avakirin xebat hatin destpêkirin.
Li ser Kolanê Mezopotamyayê ya Amedê ji bo xeteke kembera kesk bê avakirin xebat hatin destpêkirin.
Serokatîya Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredarîya Bajarê Amedê, li cihê ku Kolanê Mezopotamya û Kolanê Dîclekentê digihêjîne hev û heta kolanê Elezîzê dirêj dibe, bi qasî 80 dekarî xeteke nû ya kembera kesk çêdike.
Xebata ku wê rêyên meşê, qadên lîstikê û fitnesê, cîhên rûniştinê, kamelya, maseya tenîsê, yekîneyên ronahîyê, cureyên dar, kulîlk, kulîlkên demsalî û depoyên avê hebin, bi xebatên binesazîyê dest pê kir.
Bi temambûna proje û vekirina xizmetê re kolanê Mezopotamya wê bibe xwedî rengek kesk û estetîk.