NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ WÊ JI SIBÊ Û PÊ VE BARAN BIBARE

Li Amedê hewaya bi tav û germ a ku ev çend roj in bi bandor e wê bi dawî bibe û wê sibê baran û hewaya sar dest pê bike.

LI AMEDÊ WÊ JI SIBÊ Û PÊ VE BARAN BIBARE

Li Amedê hewaya bi tav û germ a ku ev çend roj in bi bandor e wê bi dawî bibe û wê sibê baran û hewaya sar dest pê bike.

Midûrîyeta Herêma 15. a Meteorolojîyê rapora hewayê ya rojane û hefteyek parve kir. Li gor raporê, tê texmînkirin ku li seranserê herêmê hewa wê ewrsayî be, bi demê ra ewrayî be û derdora Rihayê jî ji saetên dereng ên şevê pê ve baran bibare.

Li Amedê, Riha û Mêrdînê tê payîn ku toz biherike. Tê texmînkirin ku germahîya hewayê wê 1-2 pîle kêm bibe û lê belê ji normên demsalî 4-5 pîle ewê zêde be. Her wiha ba bi giştî ji alîyê başûr û rojhilat ve sivik û wê dem bi dem jî xurt be.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.