Li tevahîya welêt barîna berfê li ser jîyana rojane tesîreke neyînî pêk anî.
Li tevahîya welêt barîna berfê li ser jîyana rojane tesîreke neyînî pêk anî.
Li navenda Amedê barîna berfê ji saetên serê sibê ve dest pê kir. Tê hêvî kirin ku wê di nava rojê de heta êvarê berf bibare. Ji ber barîna berfê ya bi bandor, di hatin û çûyînê de astengî çêbûn. Li gelek bajaran rêya gelek navçe û gundan ji ber berfê hatine girtin. Her wiha ji bo rêyên girtî bên vekirin, ji alîyê ekîb û sazîyên têkildar ve xebat berdewam dikin.