Li Amedê texsîyek li otobusa şarederîyê qelibî. 2 kesên di texsîyê de birîndar bûn.
Li navçeya Yenîşehîra Amedê di qezaya ku texsî li otobusa şaredarîyê qelibî de 2 kes birîndar bûn.
Texsîya ku R.Ş. diajot li devera Fîskaya ji paşve otobusa Şaredarîya Bajarê Mezin a ku M.S.N. diajot qelibî. Di qezayê de ajokar R.Ş. û kesê bi navê A.Ş. yê ku di texsîyê de bû, birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê, polês û agirtefê sewqê herêmê kirin. Birîndarên ku bi alîkariya tîmên agirtefê ji texsîya ku tê de asê mabûn hatin derxistin, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.