Li Amedê di şerê çekdarî yê di navbera du koman de kesek bi giranî birîndar bû.
Li Amedê di şerê çekdarî yê di navbera du koman de kesek bi giranî birîndar bû.
Bûyer derengîya şevê li Taxa Bariş ya navçeya Kayapinarê pêk hat. Hat îdîakirin ku danê nîvro di navbera du koman de ji ber deyn nîqaş derket.
Nîqaş berîya ku mezin bibe bi dawî bû. Lê piştê ku her du kom bi şev carek din rastê hev hatin, havbera wan nîqaşa devkî dest pê kir û di demek kin de bû şerê bi çek.
Di bûyerê de kesê bi navê M.T. bi guleya li serê wî ket, birîndar bû. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û polêsan sewqê cîhê bûyerê hatin kirin. Hate hînbûn ku xetereya jîyana M.T.yê didome. Ji bo girtina gumanbarên ku di pevçûnê de bûn dest bi operasyonê hat kirin.