Endam û rêveberên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê bi daxuyanîyekê êrîşa mamosteyekê şermezar kirin.
Endam û rêveberên Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê bi daxuyanîyekê êrîşa mamosteyekê şermezar kirin. Cîgirê Midûrê Dibistana Anadolu ya Zîya Gokalp a Yenîşehîr a Amedê Abdulgafur Ozmen di roja înê de rastê êrişa weliyê xwendekarekî hatibû. Daxuyanî li pêşîya Dibistana Anadolu ya Ziya Gokalp hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku tundîya li dijî mamosteyan her ku diçe belav dibe û ev rewş asayî tê dîtin û wiha hate berdewamkirin; “Divê rayedar li hemberê van êrîşan bêdeng nemînin. Daxwaza me ew e ku li dijî vê tundîyê, di demek herî kin de qanûna mamosteyan derxînin. Ji bo ku ev tundî dîsa dubare nebe, hewceye di serî de MEB, hemû sazîyên dewletê çareserîyeke bingehîn bibînin.”