Li Amedê piştî barana zêde li gelek cîyan xisar çêbû, mezel û gorên kesên di erdhejê de jîyana xwe ji dest dabûn hilweşîyan û çal çêbûn.
Li Amedê piştî barana zêde li gelek cîyan xisar çêbû, mezel û gorên kesên di erdhejê de jîyana xwe ji dest dabûn hilweşîyan û çal çêbûn.
Li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Bağlar a Amedê, ji ber barana zêde gelek mal, kargeh û wesayît ji ber lehîyê zirar dîtin, gorên kesên ku di erdhejê de jîyana xwe ji dest dan jî hedimîn û xera bûn. Hinek gor ji ber lehîyê tijî av bû. Pir balkêş e ku gorên kevin tu xisar lê nehatin. Hat dîyarkirin ku ji ber ku mezel hêj nû ne ji lewma xesar dîtine.