Li Amedê ji bo tûra duyemîn a Hilbijartina Serokkomarîyê pêvajoya dengdayînê dest pê kir.
Li Amedê ji bo tûra duyemîn a Hilbijartina Serokkomarîyê pêvajoya dengdayînê dest pê kir.
Ji bo pêvajoya dengdayînê ya ku serê sibê demjimêr di 08:00an de dest pê kir, hemwelatî serê sibê li ber dibistanan rêz girtin û dengê xwe dan.
Li AMedê ji bo milyonek û 144 hezar û 533 hilbijêran, li 17 navçeyan 3 hezar û 673 sindoq hatin danîn. Dengdan wê demjimêr di 17:00an de bi dawî bibe.