Otobusên Giştî yên Taybet ên li Amedê sîstema bikaranîna qertên hatûçûnê girtin.
Otobusên Giştî yên Taybet ên li Amedê sîstema bikaranîna qertên hatûçûnê girtin.
Li Amedê ajokarên Otobusên Giştî yên Taybet dîyar kirin ku piştê mînîbus ketin rêyên xetê, wan di seferên xwe de zirar dîtine. Ajokarên otobusan dîyar kirin ku di pergala Dîyarkartê de bihaya heqê rêwîyan kêm e û heger ev pirsgirêkan wan neyê çareserkirin ew ê sîstema qertên hatûçênê venekin. Li alîyê din ve tîmên Zabiteya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê dîyar kirin ku ew kontrola sîstema qertan dikin û ku ajokarên otobusên taybet sîstemê girtibin, ji wan re ceza birrîn. Serokê Kooperatîfa Otobusên Giştî a Taybet Mehmet Pervane dîyar kir ku ger hevdîtinên wan ên bi rayedarên pêwendîdar re encameke erênî negirin, ew ê wekê kooperatîfê gavên ku wê bavêjin de daxuyanîyekê bidin. Li alîyê din ve welatîyên Amedê dîyar kirin ku yên herî zêde ji vê rewşê zerar dîtibin û mexdûr bûne ew in.