Otobûsên kesk ên taybet ku bi salan e li Amedê xizmetên veguhestina giştî dikin, ji ber zêdebûna bihayê benzîn û mazotê di van demên dawî de dest bi guherandinê kirin.
Otobûsên kesk ên taybet ku bi salan e li Amedê xizmetên veguhestina giştî dikin, ji ber zêdebûna bihayê benzîn û mazotê di van demên dawî de dest bi guherandinê kirin.
Ajokarên Otobusên Taybet ên Gel, bi bîr xistin ku ji ber zêdebûna bihayê neftê û bilindbûna KDV'yê ew bêçare hatîye hiştin ku siwareyên xwe yek bi yek difiroşin. Ger her 100 otobusên rengê kesk werin firotin, wê 200 otobusên giştî yên taybet ên nifşê nû yên bi rengê tûrkûaz li bajêr dest bi xizmetê bikin.
Şofêran tekez kirin ku otobûsên giştî yên taybet ên nifşê nû wê heta derengîya êvarê xizmeta welatîyan bikin, şofêran dîyar kirin ku otobusên nû hem rehettir in û hem jî ji yên berê kêmtir neftê dişewitînin û bi teserûfin.