Li Amedê di operasyona behîsên derqanûnî de 16 gumanbar hatin binçavkirin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, di encama lêkolînên ku ji bo pêşîgirtina li sûcê organîzekirina futbol, behîs û lîstikên şansê hatin kirin de, 18 gumanbar hatin teşhîskirin. Di encama lêkolînan de, di 25’ê Nîsanê de li 24 navnîşanan operasyon pêk hat û 16 kes hatin binçavkirin. Di çarçoveya operasyonan de hat tesbîtkirin ku kesekê gumanbar li ser wezîfeya leşkerî ye û kesek jî di girtîgehê de ye. Hate hînbûn ku di encama operasyonan de gelek malzemeyên cuda hatin bidestxistin. 16 gumanbarên ku hatin binçavkirin, piştê karên ewlehîyê sewqê Edlîyeyê kirin.