Li Amedê mînîbûsek li ser rêya teng, li otobûsa rêwîyan qelibî, di qezayê de 2 rêwî birîndar bûn.
Li Amedê mînîbûsek li otobûsa rêwîyan qelibî, di qezayê de 2 rêwî birîndar bûn. Bûyer, li Qada Derêçîyê ya Navçeya Sûrê ya Amedê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, mînîbûsa bajêr, li ser rêya teng li otobûsa rêwîyan a Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê qelibî. 2 rêwîyên jin ên di mînîbûsê de, ji ber birîna camên ku teqîya bû, birîndar bûn.
Ekîbên tenduristîyê hatin cihê bûyerê û alîkarîya ewil dan birîndaran. Hêzên ewlehîyê di derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.