Li Amedê ekîbên zabiteyan li esnafên wek qehwexane, xwaringeh, pastexane lîsteyên buhayan kontrol kirin.
Midûrîyeta Zabite ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, di çarçoveya peywira ku ji 1ê Çileya 2024an pê ve ket merîyetê ku li ser mase û derîyê ketina kargehan xuya bibe, kontrol kirin.
Ekîban dîyar kirin ku ji xwedîyê kargeh û esnafên ku lîsteyên buha û etîketên wan tune ne re dibe ku cezayê pereyan ku ji 2 hezar û 200 lîreyê dest pê dike bên birrîn.
Ekîban her wiha ji welatîyan xwest ku rewşên neyînî yên ku rû didin ji xetên telefonê yên ALO 153 û 175 re ragihînin.