Li Amedê ya ku di bin metirsîya rîska erdhêjê de ye, bi beşdarîya gelek zanyarên erdnasîyê wê "Komxebata Erdhêjê" bê lidarxistin.
Li Amedê ya ku di bin metirsîya rîska erdhêjê de ye, bi beşdarîya gelek zanyarên erdnasîyê wê "Komxebata Erdhêjê" bê lidarxistin.
Komxebata ku wê di 22ê îlonê roja înê were li darxistin de wê mijarên wek “Gelo me pend û şîret jê wergirtin an na?” “ Ma em ji erdhêjê re amadene?” “Li dijî erdhêjê bajarê berxwedêr û saxlem Amed” û her wiha gelek mijarên bi vê rengê wê werin gotûbêj kirin.
Prof. Dr. Huseyin Tarık Şengul, Prof. Dr. Naci Goror, Prof. Dr. Îdrîs Bedîrhanoglû, Prof. Dr. Bahar Yetiş û Endezyarê Jeolojîyê Mehmet Çelîk wê beşdarê komxebatê bibin û derbarê mijarên grîng de agahîyan parve bikin.