Li Amedê zêdebûna kirêya xanîyan berdewam e.
Li Amedê zêdebûna kirêya xanîyan berdewam e.
Piştê erdhêjên Mereşê, li Amedê hejmara fersendkaran zêde bûn û bû sebebê bihabûna kirê û bihayên xanîyan.
Nûnerê fîrmaya Emlaqfiroşîyê Mehmet Çetîn, dîyar kir ku kesên erk û belgeya wan tune ye, xwe spartine pîyaseya serbest û di bihabûna zêde ya xanîyan de bûne sedema bingeh.
Piştê erdhêjê li gelê herêmê berê xwe dan xanîyê musteqîl û ereseyan. Ev yek bû sebebê erzanbûna xanîyan. Piştê demekê ji mecbûrî dîsa vegerîyan xanîyan û bihayê xanîyan ji nû ve ji sedî 10 zêde bûn.
Bi zêdebûna nirxê dolar û zêr re bihabûna kirêya xanîyan jî zêde dibe.”