Li Amedê karkerek patronê xwe yê berê ku bi wî re ji ber deynan nîqaş dikir, kuşt.
Li Amedê karkerek patronê xwe yê berê ku bi wî re ji ber deynan nîqaş dikir, kuşt. Bûyer, li Taxa Firatê ya navçeya Kayapinarê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, xwediyê fîrmaya ewlehîyê Mehmet Sîncar û xebatkarê wî yê berê Şakir Y. ji ber deynan bi telefonê nîqaş kirin. Piştre Şakir Y. çû cihê kar û gûle bera Mehmet Sîncar da û revîya. Tevî hemû mudaxeleyan, Sîncar jîyana xwe ji dest da. Şakir Y. piştê bûyerê, di demek kin de hat binçavkirin.