Li Amedê kesek bi navê C.Ö. bavê xwe kuşt. Hat îdia kirin C.Ö.’yê ku madeya tilyak bi kar dianî, bavê xwe kuşt. Bûyer duh bi şev li taxa Fetîhê ku girêdayî navçeya Sûrê ye pêk hat.
Li Amedê kesek bi navê C.Ö. bavê xwe kuşt. Hat îdia kirin C.Ö.’yê ku madeya tilyak bi kar dianî, bavê xwe kuşt. Bûyer duh bi şev li taxa Fetîhê ku girêdayî navçeya Sûrê ye pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatin bidestxistin C.Ö.’yê ku (31) ji 4 sûcan qeyda wî heye, bi bavê xwe Îbrahîm Ö. re ji bo bikaranîna madeya tîlyak nîqaş kir. Di dema nîqaşê de C.Ö. bavê xwe yî 61 salî bi kêrê birîndar kir. Îbrahîm Ö.’yî rakirin nexweşxaneyê lê digel hemû midaxeleyan Îbrahîm Ö. jiyana xwe ji dest da. C.Ö. jî ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hat binçavkirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin. Her wiha hat hînbûn ku di navbera C.Ö. û Îbrahîm Ö. de di sala 2019’an de dîsa pevçûn derketîye û ev yek ketîye qeyda sîcîlê.