Li Amedê kesê ku hevjîna xwe li ber çavên zarokên xwe kuşt hat girtin.
Gumanbarê ku li navçeya Erxenîyê ya Amedê hevjîna xwe li ber çavên zarokên xwe xeniqand û mêvanê xwe bi kêrê kuşt, hat girtin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, do êvarê li taxa Kemalîyeyê ya Erxenîyê ji ber sedemeke hêj ne dîyar, Y.O hevjîna xwe S.O û xizmê xwe yê mêr M.T. yê ku tê gotin li mala wî mêvan bû, li ber çavên zarokên xwe qetil kir. Gumanbar Y.O danê sibê 2 zarokên xwe teslîmê xizmên xwe kir û ji alîyê Polîsan ve hat binçavkirin. Hat ragihandin ku ji bo otopsîyê cenaze rakirin morga nexweşxaneyê. Lêpirsîna derbarê bûyerê de jî berdewam dike.