LI AMEDÊ KESÊ KU HEVJÎNA XWE BIRÎNDAR KIR HAT BINÇAVKIRIN
Li navçeya Erxenî ya Amedê A.K.’ê ku hevjîna xwe bi çekê birîndar kir, hat binçavkirin.
Li navçeya Erxenî ya Amedê A.K.’ê ku hevjîna xwe bi çekê birîndar kir, hat binçavkirin. Ekîbên cendirmeyan cihê A.K.’yê ku di 30’ê gulanê de hevjîna xwe G.K.’yê li Xaçerêya Çermûgê bi çekê birîndar kir û revîya tespit kirin. Bi operasyona ku li herêmê hat lidarxistin, A.K. hat binçavkirin.