Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê karkerek ku di înşeatê de dixebitî ji qatê 5’an ket xwarê û jîyana xwe ji dest da.
Li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê karkerek ku di înşeatê de dixebitî ji qatê 5’an ket xwarê û jîyana xwe ji dest da.
Bûyer li taxa 450 Evlerê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê li înşeatekî de pêk hat. Karker Mûrat Esîn di înşeata ku lê dixebitî hevsengîya wî têk çû û ji jor de ket xwarê. Di kontrola ekîbên tendirustîyê de hat dîyar kirin ku Esîn jîyana xwe ji dest daye. Piştê karên otopsîyê yên li nexweşxanê, cenazeya Esîn radestê malbatê wî hate kirin. Esîn ku bavê 2 zarokan bû li taxa Dereyê ya navçeya Eglê spartin axê.