Di zikê 4 gumanbarên ku li Amedê hatin sekinandin de bi sedan gram tiryak hat dîtin.
Di zikê 4 gumanbarên ku li Amedê hatin sekinandin de bi sedan gram tiryak hat dîtin.
Li taxa Bagcilara navçeya Bağlarê, di çarçoveya lêkolînên ku ji teref Midûrîyeta Şaxa Têkoşîna Sûcên Narkotîk a Amedê ve hat kirin de siwareyeke bi guman a ku hat tesbîtkirin ku ji bajarên rojhilatê hatîye Amedê hat sekinandin.
Di lêgerînê de hêmaneke sûc nehat dîtin. Di kontrola tenduristîyê ya ku ji teref meqamên edlî ve hat kirin, ji zikê wan 840 gram eroîn ku ji 121 perçeyan pêk dihat hat bidestxistin.
Derbarê bûyerê 4 gumanbarên ku bi îdiaya "Bazirganî yan jî tedarîkkirina madeyên hişbir an jî madeyên teşwîqkar" sewqê meqamên edlî hatin kirin û hatin girtin.