Li Amedê ji kargehek re ji alîyê kesên nasnameya wan nedîyar ve êrîşa çekdarî hat kirin.
Bûyer danê nîvro li navçeya Sûrê ya devera Derê Çîya li ser Kolana Dr. Yusuf Azîzoglu pêk hat.
Hat îdîakirin ku 3 kesên nasnameya wan nedîyar e, ji kargeha ku amûrên tibî difiroşe re li pey hev bi çekê gule berdane. Hin gule li cîhê kar ên cîran jî ketin.
Hat ragihandin ku gumanbar ji cîhê bûyerê revîya ne û hat dîyarkirin ku tu mirin an birîndabûn pêk nehatîye. Ekîbên polêsan ji bo girtina gumanbaran xebat dan destpêkirin.