LI AMEDÊ JI BO SAZÎYÊN TENDURISTÎYÊ KONTROLA TIBBÎ
Şaredarîya Amedê, di çarçoveya "Rêziknameya Kontrolkirina Bermahîyên Tibbî" de, ji bo tenduristîya gel û welatîyan ji zirara bermahîyên tibbî biparêze, li navenda bajêr û sazîyên tenduristîyê yên li navçeyan kontrol kirin.

Ekîbên ku li cîhên berhevkirinê yên li sazîyên tenduristîyê kontrol dikin, ji bo tedbîrên pêwîst bigrin personel hişyar kirin. Şaredarîya Amedê, dîyar kir ku ew ê dem bi dem li hemû nexweşxane û navendên tenduristîyê kontrolkirinê bidomîn in.