Li Amedê ambûlan vsa ku karmendên tenduristîyê tê de bûn bi darê zorê hat rawestandin û bi kêrê êrîşî xebatkarên tenduristîyê kirin.
Li Amedê ambûlan vsa ku karmendên tenduristîyê tê de bûn bi darê zorê hat rawestandin û bi kêrê êrîşî xebatkarên tenduristîyê kirin.
Ambûlans û ekîbên tenduristîyê yên ku piştê nexweşek birin nexweşxaneyê û vedigerîyan îatasyona xwe, bi hinceta ku rê nedane, bi siwareyê pêşî ambolansê hat girtin, xebatkarên tenduristîyê ji ambolansê daxistin û bi kêrê êrîş kirin.
Xebatkarê tenduristîyê Z.E. ji serê xwe û pozê xwe, Ş.O jî ji milê xwe birîndar bûn.
Xebatkara tenduristîyê ya jin E.D. û xwendekarê stajyer V.T. jî hat derbkirin. 4 xebatkarên tenduristîyê yên birîndar ku ji alîyê tîmeke din a tenduristîyê ve rakirin nexweşxaneyê, derbarê êrîşkaran de gilî kirin. Ekîbên polêsan di çarçoveya lêpirsînê da 3 kesên ku tevlê êrîşê bûye binçav kirin.