Li Amedê, siwareya ku ji ber barana zêde ajokarê wê kontrola dîreksiyonê winda kir, qeza çêbû.
Li Amedê, siwareya ku ji ber barana zêde ajokarê wê kontrola dîreksiyonê winda kir, qeza çêbû. Di qezayê de 4 kesên ku di siwareyê de bûn birîndar bûn. Qeza, li Taxa Yenîkoyê ya navçeya Çûngûşê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, ajokarê siwareyê M.K. li ser rêya şemitî kontrola dîreksîyonê winda kir. Ekîbên ku hatin cihê bûyerê, alîkarîya ewil li birîndaran kirin. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.