Li Bismilê di operasyona behîsên dereqanûnî de 16 kes hatin binçavkirin.
Li Bismilê di operasyona behîsên dereqanûnî de 16 kes hatin binçavkirin. Di encama şopandina teknîkî û fizîkî ya 3 mehan de li hemberî çeteyên ku li ser malperên behîsê yên derqanûnî bi pereyan behîs dikirin, hate tespîtkirin û di operasyona li dijî endamên wan çeteyan de 16 şikbar hatin binçavkirin. Di serdegirtina mal û kargehên gumanbaran de 15 telefon, 16 sîm kart, 7 hard dîsk, 2 tablet û 1 flash belek ku wek sûc hat dîtin, hatin bidestxistin.