Di nav salek de li Amedê 6 hezar û 561 qezayê trafîkê pêk hat, 48 kes jîyana xwe ji dest dan û 5 hezar û 619 kes jî birîndar bûn.
Li Amedê di sala 2023an de zêdetirê 6 hezar qezayên trafîkê pêk hatîye û 48 kes di qezayan de jîyana xwe ji dest dane.
Serokatîya Trafîkê ya Midûrîyeta Giştî ya Ewlehîyê, statîstîkên qezayên trafîkê yên ku li Amedê di sala borî de pêk hatine ragihand.
Li gorê agahîyên li ser malpera Midûrîyeta Trafîkê, di sala 2023'an de li Amedê 6 hezar û 561 qezayên trafîkê rû dane, ji van 3 hezar û 326 qezayan bixisar bûne. Di van qezayan de 48 kes jîyana xwe ji dest dane û 5 hezar û 619 kes jî birîndar bûne.