Li Amedê di meha Hezîranê de 570 qezayên trafîkê pêk hatin.
Li gor agahîya ku li ser malpera Serokatîya Daîreya Trafîkê ya Midûrîyeta Giştî ya Ewlehîyê hat dayîn, li Amedê di meha Hezîranê da 289ê wan tenê xisara madî, bi tevahî 570 qezayên trafîkê qewimîn. Li gor amarên hatine ragihandin, di qezayan de 5 kesan jîyana xwe ji dest dane û 535 kes jî birîndar bûne.