Li Balafirgeha Amedê di meha Çile de ji 170 hezarê zêdetir rêwî re xizmet hat dayîn.
Li Balafirgeha Amedê di meha Çile de ji 170 hezarê zêdetir rêwî re xizmet hat dayîn.
Midûrîyeta Giştî ya Rêveberîya Balafirgehan a Dewletê (DHMÎ) ya girêdayê Wezareta Gîhandin û Binesazîyê îstatîstîkên meha Çile eşkere kir.
Li Balafirgeha Amedê di meha Çileyê da trafîka rêwiyên navxweyî bû 160 hezar û 762, trafîka rêwîyên navneteweyî bû 9 hezar û 323 û bi tevahî ji 170 hezar û 85 rêwîyan ra xizmet hat kirin.
Li balafirgehê daketin û rabûna balafiran di rêyên navxweyî de 912 û di rêyên navneteweyî de 75 bi tevahî gihîşt 987an. Trafîka kargo, post û bagaj jî bi tevahî 1323 ton bû.