Li Amedê di malekê de şewat derket.
Li Amedê di malekê de şewat derket. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin, duh bi şev li Taxa Kaynartepe ya Navçeya Rezanê, di qata dawî ya avahîyeke 3 qat de li gor îdîayan ji kontaxa elektrîkê şewat derket. Ekîbên tenduristîyê, îtfaîye û polîsan sewqê cîhê bûyerê hatin kirin û agir bi lez hat vemirandin. Di şewatê de ti kes nemir û birîndar nebû. Hat ragihandin ku kesek ji ber dû bandor li wî kirîye, ji bo tedbîrê birin nexweşxaneyê.