LI AMEDÊ DI GELEK TAXÊN NAVENDÊ DE AV WÊ BÊ QUTKIRIN
Midûrîyeta Giştî ya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) a girêdayê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, daxuyand ku wê îro di navbera hin saetan de av qut bibe.
DÎSKÎ li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got; "Ji ber xebatên şebekeya meya lûleyên 600î, di 30.11.2023an saet di navbera 09:00 û 13:00an da li Taxa Talaytepe ya navçeya Kayapinarê û taxên Ûçkuyular, Guvendere û Bahçelîevlerê ya Yenîşehîrê, wê av were qutkirin."