Li Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê (DSOB) di kargehekî de şewat derket.
Li Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê (DSOB) di kargehekî de şewat derket. Şewata ku di febrîqeya kozmetîkê ya di qonaxa 1’emîn a Herêma Pîşesazîya Organîze de ji ber sedemeke nedîyar dest pê kir, bandor li tevahîya kargehê kir. Gelek îtfaîye, AFAD û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hat dîyarkirin ku hin xebatkarên kargehê jehrî bûne. Kesên ku dû bandor li wan kir, ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve rakirin nexweşxaneyan. Ekîban, ji bo ku agir bê kontrolkirin xebatên xwe didomînin.