Li Baglarê di salona dawetê de di navbera xizmên hev de şer derket.
Li Baglarê di salona dawetê de di navbera xizmên hev de şer derket.
Di daweteke ku duh bi şev li Bulvara Rihayê ya navçeya Bağlar a Amedê hat lidarxistin de di navbera xizmên hev de ji ber sedemeke nedîyar şerê bi kêran derket û 2 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina bûyerê, tîmên tenduristîyê û polêsan sewqê cîhê bûyerê hatin kirin. Birîndaran rakirin nexweşxaneyê û ekîbên polêsan bi zehmetî alîyên ku tevlê şer bûne ji hev dûr xistin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.