Li Amedê piştê barana ku bi bandor bû wê dawîya vê hefteyê bi tav derbas bibe, lê ji bo bi şev û danê sibê re hişyarîya mijeke zêde hat dayîn.
Di rapora pêşbînîya hewayê ya Midûrîyeta Amedê ya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê da hat dîyarkirin ku li Amed û bajarên herêmê hewa wê ewrayî be û dawîya hefteyê jî wê pir bi tav be.
Tê texmînkirin ku germahîya hewayê wê 2-3 pile zêde bibe û li ser normên demsalî be.
Her wiha tê texmînkirin ku dawîya hefteyê di saetên sibê û şevê de mijeke zêde çêbibe.