Li Amedê Serokatîya Rêveberîya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) danasîna sepana mobîl a banga lezgîn kirin.
Li Amedê Serokatîya Rêveberîya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) danasîna sepana mobîl a banga lezgîn kirin.
Midûrê AFAD’ê yê Parêzgeha Amedê Îlhamî Çakmak dîyarkir ku sepana mobîl ya AFAD’ê ya lezgîn armanc dike ku di nav civakê de hişyarîya afetê zêde bike. Çakmak wiha got; “Sepana mobîl ya lezgîn ya AFAD’ê ji alîyê wezareta me ve hatîye çêkirin. Em hêvî dikin ku ev sepan di dema afetê de yekem feydeyê bide welatîyên me. Divê bê zanîn ku pir girîng e hemwelatîyên me berîya afetekê, di dema afetê de û piştê afetê rast tevbigerin. Bi sepana lezgîn ya AFAD'ê, ya di vî warê de hatîye çêkirin, welatîyên me di rewşeke afetê de wê bi yek klîkekê xwe bigihînin gelek rayedar û agahîyan.