Li Kayapinarê ciwanê ku bi hevala xwe re di holikek de rûniştibû bi çekê bera serê xwe da.
Li Kayapinarê ciwanê ku bi hevala xwe re di holikek de rûniştibû bi çekê bera serê xwe da.
Bûyer duh êvarê di derdora seat 21:30 de li navçeya Kayapinara Amedê li parka kêleka Bulvara Dîclekentê Kolana Ehmed Arif pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, M.E.C.yê 19 salî ku bi hevala xwe ya keç re di holikê de rûniştibû, ji ber sedemeke nedîyar çeka ku pêre bû derxist û gule bera serê xwe da.
Piştê agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û polêsan sewqê cîhê bûyerê kirin. Piştê alîkarîya ewil ekîbên tenduristîyê M.E.Cyê birîndar rakirin nexweşxaneyeke taybet. Doktoran M.E.C yê ku jîyana wî di xetereyê de bû sewqê Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê kirin. Polêsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.